PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Artêşa Iraqê ji bo astengkirina dirûtina berhemên çandiniyê hêzeke mezin şandiye bajaroka Pirdê ya Kerkûkê û cotkarên Kurd têne astengkirin ku biçin ser erdên xwe.
Li gorî zanyariyan, pirsgirêk li ser rûberê 1400 donimên erdên çandiniyê ye, ku xwedîtiya cotkarên Kurd ên gundê Gurzeyîyê yê nehiyeya Pirdê vedigere û ew xwediyên tapoyên fermî ne, lê Erebekî hawirdekirî bi piştgiriya hêzên ewlehiyê û biryara dadgehê hewl dide ku dest deyne ser wî erdî.
Hate zanîn ku hêzeke Firqeya Heştê ya artêşa Iraqê bi zirxî û hamiran ketiye nav zeviyan û wekî astengiyekê li pêşiya cotkarên Kurd rawestiyaye. Ew hêz rê li ber cotkaran digirin ku berhemên genim û cehên xwe bidirûn, vê yekê jî wekî karteke zextê bi kar tînin da ku wan erdan ji bo Erebên hawirdekirî berdin.
Cotkarên Kurd dibêjin, ew xwediyên rastîn ên wan erdan in û belgeyên wan ên fermî yên sala 1976ê hene ku xwedîtiya bav û kalên wan îspat dikin. Cotkar diyar dikin, ew kesê ku niha xwedîtiyê îdîa dike, Erebekî hawirdekirî ye û di çarçoveya pêvajoya erebîkirinê de hatiye deverê, lê niha ew bi belgeke qanûnî û leşkerî bizavê dike ku Kurdan derxe.
Cotkarên Kurd israr dikin ku, ew bi tu rengan dev ji erdê xwe bernadin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê jî, biryar e ku civînek di navbera aliyên birêvebirina Kerkukê, nûnerên cotkaran û aliyê din de bê kirin.