PeyamaKurd- Berpirsê Beşa Hilbijartinê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Cafer Emînkî îro 11ê Mijdarê dema proseya dengdanê birêve diçû eşkere kir, rêjeya beşdariya dengdêran di dengdana giştî ya Parlamentoya Iraqê de "pir baş e" û rêjeya herî bilind li sînorê parêzgeha Hewlêrê ye.
Cafer Emînkî, piştî ku li Hewlêrê dengê xwe da, ji rojnamevanan re axivî û got, wan ji sibê ve çavdêriya nêzîkî 14 hezar westgehên dengdanê kiriye û ji bo wan diyar bûye ku heta niha rêjeya beşdariyê "pir baş" e. Emînkî, diyar kir ku rêjeya herî bilind a beşdariyê li sînorê parêzgeha Hewlêrê ye, Silêmanî di rêza duyem de û Dihok jî di rêza sêyem de ye.
Cafer Emînkî da zanîn, li ser daxwaza PDKê "pirsgirêka nexwendina pençemorê (şopa tilîyê) hatiye çareserkirin û vê carê ti dengekî dengdêran winda nabe, ji ber ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê pirsgirêkên teknîkî yên hilbijartinên berê çareser kirine."
Emînkî got, ew bi awayekî domdar di pêwendiyê de ne ligel Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê.
Berpirsê PDKê girîngiya beşdariyê anî ziman û destnîşan kir, divê îro dengdêr li Iraq û Herêma Kurdistanê wijdanê xwe rehet bikin û wiha pê de çû: "Hilbijartin serkeftin û têkçûn e. Partiya Demokrat a Kurdistanê ji sala 1992an ve her dem serketî û yekem bûye, û înşellah vê carê jî em ê serkeftî bin."