Di hilbijartinên Iraqê de Duhok bû yekemîn, Hewlêr jî duyemîn

Dîroka Weşanê :
Di hilbijartinên Iraqê de Duhok bû yekemîn, Hewlêr jî duyemîn

PeyamaKurd- Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê îro 12ê Mijdarê eşkere kir ku %99.98ê encamên dengdanê diyar bûne û rêjeya giştî ya beşdariyê di dengdana taybet û giştî ya parlamentoya Iraqê de gihîştiye %56.11an.

Di daxuyaniya komîsyonê de hate diyarkirin, ji 21 milyon û 404 hezar û 291 kesên ku mafê wan ê dengdanê hebûye, bi giştî 12 milyon û 9 hezar û 453 kesan dengê xwe dane.

Rêjeya herî bilind li Duhok û Hewlêr ye

Di dengdana giştî de, ku rêjeya beşdariyê tê de 54.35% bû, parêzgehên Herêma Kurdistanê di rêzên pêşîn de cih girtin.

Rêjeya beşdariyê li parêzgehan ji ya herî bilind heta ya herî kêm wiha ne:

1.    Duhok: %76.07

2.    Hewlêr: %69.02

3.    Selahedîn: %66.44

4.    Enbar: %65.93

5.    Kerkûk: %64.12

6.    Nînowa: %64.07

7.    Silêmanî: %56.87

8.    Diyale: %55.49

9.    Bexda - Kerx: %53.27

10.   Besra: %50.21

11. Babil: %49.82

12.  Musenna: %49.79

13.  Qadisiye: %48.39

14.  Zîqar: %47.94

15. Wasit: %46.76

16.  Kerbela: %46.13

17.  Necef: %42.70

18. Bexda - Resafe: %41.55

19.  Mîsan: %40.11

Di dengdana taybet ya ku hêzên ewlehiyê û koçberan deng dan de jî rêjeyeke gelek bilind a beşdariyê hatiye tomarkirin.

Li gorî amarên komîsyonê, Hêzên Çekdar û Ewlehiyê bi rêjeya beşdariyê ya %82.52yan ji 1 milyon 313 hezar û 980 kesan, 1 milyon û 84 hezar û 289 kesan dengê xwe dane.

Rêjeya beşdariyê ya koçberan bûye %77.35 ku ji 26 hezar û 538 kesan, 20 hezar û 527 kesan dengê xwe dane.