Fehmi Burhan: Nabe nûfûsa Kerkûkê derketibe 2 milyonî

Dîroka Weşanê :
Fehmi Burhan: Nabe nûfûsa Kerkûkê derketibe 2 milyonî

PeyamaKurd – Serokê dezga deverên di derveyê rêvebiriya herêma Kurdistanê de Fehmi Burhan ragihand ku Iraq di pêvajoya serjimêrê de sozên ku dabû negirtiye û zêdebûna nûfûsa Kerkûkê ku ji 388 hezarî derketiye 2 milyonî, tê de şik û gumanên mezin heye.

Fehmi Burhan, bo Rûdawê axifiye û li ser jimartina nûfûsê, rêbaza wê û encamên wê rexneyên tund kir.

Burhan, ji şiklê ku li deverên Kurdistanî çawa encama jimartina seriyan kirine, behsa endîşeyên xwe kir. Burhan got ku berya serjimartina 2024an temamê giliyên xwe yên siyasîkirina pêvajoyê ragihandiye. Burhan got:

“Mixabin piştî ragihandina necaman me dît ku berê Bexda ew soza ku dabû wezareta plandananê û serokwezîrtiya herêma Kurdistanê, li dijî soz û biryarên ku dabûn me derketin. Ev kiryar di navbera her dû terefan de baweriyê dişkêne.”

Burhan, her weha ragihand ku encumena wezîran ya Iraqê di 7.11.2024an de bo endîşeyan çareser bike, biryarê dabû heya doneyên herêmên Kurdistanî tesnîf nekin û lê nerênin, bila encaman ranegihînin. Lê Burhan dibêje ku biryarê bicîh neanîne.

Burhan qiyasa serjimara sala 1957 û sala 2024an kir û di encamê de rewşê bi xeterî ragihand. Fehmi Burhan got:

“Di sala 1957an de nûfûsa Kerkûkê 388 hezar bû û di sala 2024an de ev reqem derketiye 2 milyon 36 hezar û 627 kesan. Mafê me ye ku em bipirsin bê çawa ev nûfûs ew çend zêde bû. Li ti derê Iraqê zêdebûna weha nehatiye dîtin. Reqem bi gumane. Dema em lê dinêrin, berê me çawa gotibû talûke êdî dibin rastî.”