PeyamaKurd- Hate ragihandin ku ji ber belavbûna nexweşîya zekemê di demsala zivistanê de û qirêjiya hewayê, li 5 bajarên Rojhilatê Kurdistanê li dibistanan biryara betlaneyê hate dayîn.
Komîteya Rewşa Bilez û Hewaya Qirêj a Urmiyeyê ragihand ku ji ber qirêjbûna hewayê, roja yekşemê li bajarên Urmiye, Nexede û Mehabadê dibistanên fermî û taybet û kursên perwerdeyê dibin betlane.
Komîteyê ji xelkê parêzgeha Urmiyeyê xwest ku bi taybetî zarok, jinên ducanî, kesên mezin û yên nexweşiyên dil û henaseyê bi wan re hene roja yekşemê ji malên xwe dernekevin.
Ji bo îro Yekşemê çalakiyên werzişî yên jî hatin qedexekirin.
Komîteya Rewşa Bilez û Hewaya Qirêj a Urmiyeyê biryar da, çalakiya hemû kargeh û yekîneyên pîşesaziyê yên di 50 kîlometreya bajarên parêzgehê de ku pergala paqijkirina dûxanê ne danîbin, werin rawestandin.
Li parêzgeha Kirmaşanê jî dibistan û zanîngeh bûn betlane. Birêvebirê Giştî yê Kontrolkirina Qeyranan a Kirmaşanê Elîreza Heyderî ragihand, bi armanca parastina tenduristiya xwendekarên dibistan û zanîngehan û qutkirina zincîra veguhestina zekemê, wan biryar daye roja yekşemê hemû navendên perwerdeyê bigirin.
Li gorî biryarê, jinên karmend ku zarokên wan li baxçeyê zarokan û kreşan in, dikarin neçin kar û karên xwe li malê bikin. Hate ragihandin ku wê îro perwerde bi awayê online be.
Li parêzgeha Sineyê 3 roj betlane hat ragihandin. Daîreya Pêwendiyên Giştî ya Sineyê, ji bo rêgirtina li belavbûna zêdetir a zekemê heta roja duşemê biryara girtina dibistan û zanîngehan da.
Bi biryara Parêzgarê Sineyê, ew karmendên jin ên zarokên wan biçûk in an jî zarokên wan bi zekemê ketine û ew kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene, rojên şemî, yekşem û duşemê dikarin neçin ser kar.
Ji bilî bajarên Rojhilatê Kurdistanê, li gelek bajarên Îranê jî heman biryar hate dayîn.