Li Mexmûrê Serê li Ser Avê Bû Sedema Xwînrijandinê: Kustî û Birîndar Hene

Dîroka Weşanê :
Li Mexmûrê Serê li Ser Avê Bû Sedema Xwînrijandinê: Kustî û Birîndar Hene

PeyamaKurd – Îro, 11ê Mijdara 2025an, li bajarokê Dîbege yê navçeya Mexmûrê, ji ber pirsgirêka kanaleke avê, di navbera du malbatan de şerekî çekdarî yê dijwar qewimî. Di encama pevçûnê de kesek jiyana xwe ji dest da û du kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatine wergirtin, alozî di demjimêrên nîvro de piştî nîqaşeke tund a di navbera endamên her du malbatan de dest pê kir. Hat diyarkirin ku ev ne cara yekem e ku ev her du malbat ji ber heman pirsgirêkê tên hemberî hev; nêzîkî sê meh berê jî şerek di navbera wan de derketibû.

Çavkaniyên Ewlekariya Giştî ya Dîbegeyê ji Rûdawê re ragihandin ku şer di destpêkê de bi destan bû, lê piştre her du aliyan çekên giran ên wekî Kalaşnîkov, BKC û heta RPG jî bikar anîn.

Kesê ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û her du birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. Hêzên ewlehiyê demildest destwerdan kirin û şer xistin bin kontrola xwe.

Di çarçoveya lêpirsînê de, hêzên ewlehiyê heft kes desteser kirine û teqez kirin ku bûyer ti pêwendiya xwe bi hilbijartinan re nîne. Ji bo ku alozi careke din dernekeve, hevdîtinên hêzên ewlehiyê bi her du malbatan re berdewam dikin.