Li Rihayê di malekî de gaz teqiya: 4 kes birîndar bûn

Dîroka Weşanê :
Li Rihayê di malekî de gaz teqiya: 4 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê di malekî de di encama ku gaza malê şidiya, di metbexa malê de teqîn çêbû û di encamê de dayîka ji Sûriye bi 3 zarokên xwe re birîndar bûn. Dîwarekî xanî hilweşiya.

Bûyer ber destê êvarê li taxa Şehitlikê di xaniyê sê qat de, di qata yekî de qewimî. Bi teqînê re dolaba cemidandinê û gelek eşyayên malê pekiyan kuçê.

Cîranên taxê xeberê dan tîmên 112an, polîs, îtfaiye û tîmên renduristiyê çûn ciyê bûyere. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanê. Rewşa birîndaran başe.