Mesrûr Barzanî: Divê gelê me nûnerên welatparêz bisîne Bexdayê

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî: Divê gelê me nûnerên welatparêz bisîne Bexdayê

PeyamaKurd - Piştî ku dengê xwe da Parlamentoya Iraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bang li gel kir ku biçin ser sindoqan û got, "Divê her kes deng bide û nûnerên welatparêz bişîne Bexdayê."

Hilbijartinên dewra 6emîn a Parlamentoya Iraqê li Iraq û Herêma Kurdistanê di saet 7:00ê sibê de dest pê kirin. Zêdetirî 20 milyon dengdêr li zêdetirî 39,000 navendên dengdanê yên li seranserê welêt dengê xwe didin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî li navendeke dengdanê ya li navçeya Pîrmam a Hewlêrê dengê xwe da.

"Divê gelê me nûnerên welatparêz bişîne Parlamentoya Iraqê"

Barzanî piştî ku dengê xwe da axivî û bang li gelê Kurdistanê kir ku biçin ser sindoqan:

"Îro roja biryardayînê ya gel e. Ez hêvî dikim ku gelê me bi îradeya xwe ya azad, bi aştî û azadiyê deng bide. Divê gelê me nûnerên welatparêz bişîne Parlamentoya Iraqê ku maf û desthilatên wan ên destûrî biparêzin."

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku ev hilbijartin "xalek werçerxê ya girîng in" û got, "Biryara ku îro ji hêla gel ve hatî dayîn wê şêwe û rêça hikûmetê ji bo çar salên pêş de diyar bike."

Barzanî herwiha bang li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê kir ku di tevahiya pêvajoya hilbijartinê de hişyar û bêalî be.

Wî herwiha got, "Em hêvî dikin ku komîsyon dengê gel biparêze û heya dawiya hilbijartinan pêvajoyê ji nêz ve bişopîne."

Hilbijartinên parlamentoyê li Iraqê dest pê kirin

Dengdanek taybet li Iraqê di 9ê Mijdara 2025an de hate lidarxistin û îro dengdanek giştî pêk tê.

Dengdana hilbijartinên parlamentoyê yên dewra 6emîn li Iraq û Herêma Kurdistanê îro di saet 07:00an de dest pê kir.