Mezlûm Ebdî ji Jerusalem Post re axivî: Wê sala 2026 bibe saleke diyarker

Dîroka Weşanê :
Mezlûm Ebdî ji Jerusalem Post re axivî: Wê sala 2026 bibe saleke diyarker

PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Ebdî, hevpeyvîneke çar-saetî ya taybet da nivîskara Jerusalam Postê Qanta Ahmed. Ebdî, nîgeraniyên xwe yên bo Serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera anî ziman û li ser peymana 10ê Adarê bicihkirina wê û rewşa giştî ya Sûriyê got, “Divê Amerîka roleke hevsengtir bibîne. Alternatîfên HSDê li Sûriyê tune ne; pêwîstiya me bi dîtina guhertineke rastîn ji Ehmed El-Şara heye, ne tenê soz. Wê sala 2026 dê bibe saleke diyarker."

Di hevpeyvîna li Hesekê hatiye kirin de, Mezlûm Ebdî hişyariyên cidî li ser paşeroja Sûriyê û hewcedariya lezgîn a piştgiriya siyasî û leşkerî ya Dewletên Yekbûyî (DYA) kir. Ebdî bal kişand ser rola bingehîn a HSDê di parastina herêmê de û pêwîstiya entegrebûna wê ya fermî di nav avahiya dewleta nû ya Sûriyê de.

Ebdî anî ziman ku HSD berpirsiyar e ji zêdetirî 26 navendên binçavkirinê û sê girtîgehên sereke yên ku heya 10,000 girtiyên DAIŞ'ê yên mêr tê de ne û ew wekî "şervanên gelek xeternak" bi nav kirin.

Ebdî tekezî li ser pêwîstiya piştgirîya siyasî ya DYA’yê ji bo HSD’ê kir û got, HSD divê hem di nav Koalîsyona Cîhanî ya li Dijî DAIŞ'ê de hem jî di Hikûmeta Nû ya Sûriyê de cih bigire.

Ebdî behsa Peymana 10'ê Adarê kir ku armanca wê entegrekirina binesaziyên HSD’ê yên leşkerî û sivîl e û eşkere kir: "Li Bakurê Rojhilatê Sûriyê 100,000 leşkerên me hene (70,000 şervan û 30,000 polîs û ewlekarî). Me li hev kir ku sê dabeşên HSD’ê û du tabûrên taybet – yek ji bo ewlehiya sînor û ya din tabûra jinan – wekî beşek ji Wezareta Parastinê ya Sûriyê bin. Pêwîst e em yekparebûna xwe biparêzin."

Ebdî diyar kir, ji bo aramiya Şamê, divê DYA li Bakurê Rojhilatê Sûriyê bimîne û nîgeraniyên xwe bo  Serokê demkî yê Sûriyê Ehmed El-Şaraa anî ziman ku wî berî niha rêberiya Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) kiriye.

Ebdî Hişyarî da: "Piştgiriya DYA bo Şera divê bi merc be. Niha li ser ti şert tune ne. Di Laziqiyê de 2,000 Elewî û li Siwêyda 1,000 Druzî hatin kuştin. Peyam ev bû, 'Kurd dê bibin yên din.'"

Ebdî tekez kir ku HSD hevbendiyek ji Kurd, Erebên laîk, Xirîstiyan û etnîsîteyên cuda ye, ji ber vê yekê kêmtir pirsgirêkên navxweyî û mezhebperestî tê de heye.

Ebdî anî ziman ku tevî lawazbûna Îranê piştî hilweşîna rejîma Esed û Hizbullahê, ew hîn jî hewl dide komên wekîl ji nû ve ava bike. HSD amade ye bi DYA re bixebite ji bo parastina Sûriyê.

Di dawiyê de, Ebdî daxwaz ji Amerîkîyan kir ku "rolek hevsengtir" bibînin û destnîşan kir: "Alternatîfên HSD tune ne; pêwîstiya me bi dîtina guhertineke rastîn ji Ehmed El-Şara heye, ne tenê soz. Wê sala 2026 dê bibe saleke diyarker."