PeyamaKurd - Dengderên li Iraq û Herêma Kurdistanê îro ji bo hilbijartinên parlementoya Iraqê ber bi sindoqan ve diçin. Dengdan îro saet 7:00ê sibê dest pê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li kêleka her du kurên xwe li sindoqek dengdanê ya taybet ku li Otêla Rotana li paytexta Hewlêrê hatibû danîn, dengê xwe da.
Barzanî piştî ku dengê xwe da, ji çapemeniyê re axivî û got, "Ez hêvî dikim ku hilbijartinên îro ji bo Iraqê destpêka serdemeke nû be."
Nêçîrvan Barzanî behsa rola Herêma Kurdistanê li Bexdayê kir û got, "Divê Herêma Kurdistanê li Bexdayê xwedî pozîsyonek xurttir be."
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku wan di pêvajoya avakirina hikûmeta piştî hilbijartinê de deriyê diyalogê vekirî hiştine û got, "Em diyalogê bi kesî re red nakin. Piştî hilbijartinan, em ê tûra diyalogê ya nû bidin destpêkirin da ku kabîneya nû were avakirin."