Nêçîrvan Barzanî: "Serkeftina PDKê serkeftina hemû Kurdistanê ye"

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî: "Serkeftina PDKê serkeftina hemû Kurdistanê ye"

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKè) Nêçîrvan Barzanî ji bo serkeftina PDKê di hilbijartinên dewra 6emîn a Parlamentoya Iraqê de pîrozbahî li Serok Mesûd Barzanî kir.

Nêçîrvan Barzanî roja Sêşemê 11ê Mijdara 2025an peyamek pîrozbahiyê weşand.

Nêçîrvan Barzanî ji bo serkeftina mezin û dîrokî ya PDKê di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de pîrozbahî li Serok Barzanî, malbatên şehîdan, alîgirên PDKê û gelê Kurdistanê kir û got, "Ev serkeftin serkeftina hemû Kurdistan û Iraqê ye û ji bo me hemûyan çavkaniya şahî û serbilindiyê ye."

Nêçîrvan Barzanî spasiya xwe ji bo hemû kesên ku bi xîret û wêrekiyê xebitîn da ku rêjeya dengên PDKê bigihînin zêdetirî milyonekê û ew bikin partiya pêşeng, anî ziman û got, "Piştgirên me yên dilsoz hiştin ku PDK bi ser bikeve û hîn xurttir bibe. PDK dikare dengê xwe li Bexdayê bi hêztir bide bihîstin û hîn bêtir ji bo bicîhanîna destûrê û xurtkirina federalîzmê bixebite."

Di dawiya peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî wiha got:

"Em soza xwe ya ji bo Serok Barzanî dubare dikin ku wekî her car, em ê li gorî rêberî û fermanên wî xizmeta gel û welatê xwe bikin. Bi parastina mafên hemû civakên li Kurdistan û Iraqê, em dixebitin da ku Iraq welatekî ji bo hemûyan be, û em bi hev re pêşerojek geştir ji bo Kurdistan û Iraqê misoger dikin."