NY bo hukumetê: Êrîskerên seha Kor Morê divê bên darizandin

Dîroka Weşanê :
NY bo hukumetê: Êrîskerên seha Kor Morê divê bên darizandin

PeyamaKurd – Nûnere taybet yê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî yê Iraqê Muhammed Hasan di rapora ku da Konseya Ewlehiyê ya NY de got hukumeta nû ya Kurdistanê ava nebûye û êrîşên ser seha gazê ya Kor Morê bi xeterî binav kir û got divê ew kesên êrîşê seha Kor Morê kirine, divê bên darizandin.

Konseya Ewlehiyê ya NY îro li ser rewşa Iraqê civiya. Di civînê de şefê misyona NY (UNAMI) Muhammed Hasan, rapora xwe ya di derbarê damezrandina hukumeta Herêma Kurdistanê û êrîşên ser seha Kor Morê da konseyê.

Di raporê de behsa xitmandina n damezrandina hukuemta Herêma Kurdistanê kir û got salekiye heya niha hukumeta Herêma Kurdistanê ava nebûye.

Hasan bang kir ku têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê xwurt bikin û li ser esasê destûrê bimeşînin.

Li ser êrîşên ser seha Kor Mor jî Hasan bertekê nîşan da û got ku elektrîka sehayê %80 hatiye birîn û weha dewam kir:

“Ez, ji êrîşên ser avahiyên bingehîn û bi taybetî yên ser seha petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê bi endîşe me. Divê êrîş rawestin û kesên êrîşê kirine, pêwiste derên ber darazê, ber edaletê.”

Piştî êrîşa ser seha Kor Morê di depoyê de şewat derketiye û hilberîna rojane ya gazê 750 milyon m3 fît rawestiyaye. Ev rewş li seranserê Herêma Kurdistanê bûye sedema birîna elekrtîkê ya mezin.”

Hasan, li ser rewşa dagera Êzîdiyên Şengalê jî got ku bi sedema astengiyên aborî, civakî û endîşeyên ewlehiyê kesên bi dilê xwe dixwazin dagerin Şengalê, nikarin dagerin.

Hasan got ku 11 sale 100 hezar zêde Kurdên Êzîdî di kampan de dijîn û bo kesên ji ser axa xwe derketine, divê planekî netewî bo wan bê amadekirin.