PeyamaKurd – Serokkomarê Iraqê Abdulletîf Reşîd got ku çiqas bi firehî tevlî hilbijartinan bibin, ew tekane rêye ku xetayan sererast bikin. Tekane rêye ku neyîniyan çareser bikin û tekane rêya demokratîke ku sîstema siyasî pêş bixin.
Reşid, ragihand ku hilbijartina parlementoyê ya ku dê siba bibe, ji bo welat noqteyekî nû ya dîrokiye. Reşîd weha got:
“Hilbijartin bo pêvajoya demokrasiya welat girîng e. Em îro ji bo jiyana siyasî ya demokrasiya destûrî, ji bo girêdana xwe ya bo aştiyê teqez bikin, em ê hilbijartinên çêkirina qanûnan bikin û ji bo di welatê me de aştî, îstîqrar, û geşepêdan ava bibe, em li ber pêvajoyekî girîng in.
Xelkê Iraqê girêdayê qedrên demorkratîke, xelkê me ji bo pêkvejiyana pêkhateyên cuda, modelekî pêşkêş kiriye, mafê xwe yê cudatiyê û îttîrazê parastiye û nîşan daye ku layîqê serkeftina di dewama medeniyetê de ye.”
Reşîd ragihand ku tevlîbûna hilbijartinan ne tenê mafekiye lê wezîfeyekî netewiye û tekane rêye ku ber li dîktatoriyeta desthilatê bigrin. Ji bo hilbijartin adilane û durist bibe, temamê terefan re hevkariyê dike. Reşid bangî hilbijêran kir û weha dewam kir:
“Dema hilbijartinê dikin, wan kesan bibjêrin ku maf û berjewendiyên we biparêzin, durist û samîmî bin. Wê serokkomarî di dewra nû de destekê bide ku parlemento reformên destûrî derxe û qanûnên girîng derxe…
Yekîtiya Iraqê, serxwebûna wê û hem bi Rêvebiriya Herêma Kurdistanê re wê têkiliyên me li ser bingeha îstîqrarê û destûrê dewam bike.”