PeyamaKurd- Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî li Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, beşdarbûna di pêvajoya hilbijartinê de ne tenê mafekî welatîbûnê ye, lê di heman demê de erkekî olî û neteweyî ye li ser welatiyên Herêma Kurdistanê.
Di daxuyaniya ku îro duşemê ji aliyê Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê ve hatiye belavkirin de, bang li hemû welatiyan bi giştî û bi taybetî dengdêran hate kirin bi awayekî çalak beşdarî hilbijartinên pêş bibin û dengên xwe bikar bînin da ku nûnerên xwe yên rastîn hilbijêrin.
Hate diyar kirin: "Ji perspektîfa ola pîroz a Îslamê ve, hilbijartina rêber û nûnerên guncaw ji bo birêvebirina karûbarên civakê erkekî rewa ye û berpirsiyarî dikeve ser milê her kesekî. Li ser asta neteweyî jî, beşdarî kirin di vê proseyê de, parastina Pêkhateya Herêma Kurdistanê û dabînkirina maf û azadiya me ye.”
Yekitiya Zanayan diyar kir, "Hilbijartin derfetek e ji bo nûkirina rewatiya saziyan û îfadekirina îradeya gel ji bo reform û pêşkeftinê. Ji ber vê yekê, paşguhkirina vê erkê dikare bandorek neyînî li ser pêşeroja herêmê û gelê me bike.”
Di dawiyê de, bang hate kirin ku gel bi giyaneke neteweyî û hestek berpirsiyariyê beşdarî van hilbijartinan bibin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Iraqê sibe 11ê Mijdarê têne kirin û partiyên Kurdistanê jî beşdarî van hilbijartinan dibin.