Cemîl Bayik: Ger sedemên şer ji holê neyên rakirin, hinekên din dê çekan hiligirin

Cemîl Bayik: Ger sedemên şer ji holê neyên rakirin, hinekên din dê çekan hiligirin

PeyamaKurd – Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik, di hevpeyvînekê de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re ragihand, heta ku dewleta Tirk sedemên têkoşîna çekdarî ji holê raneke, ev pirsgirêk dê çareser nebe.

Bayik diyar kir, eger PKK çekan deyne jî, kesên din dê çekan hilgirin.

Bayik got ku têkoşîna çekdarî ji ber redkirin û polîtîkayên tunekirina Kurdan derketiye holê.

Wî îdia kir ku PKK tevgereke parastinê ye û ji bo parastina nasname, çand û îradeya gelê Kurd têkoşînê dide.

Bayik tekez kir ku ji bo bidawîkirina şer, divê dewlet sedemên bingehîn ên vê têkoşînê ji holê rake.

Ev nivîs 162 car hatiye xwendin.