Cendekê zilamekî di Çemê Ferêt de hat dîtin

PeyamaKurd – Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê li keviya Çemê Ferêt cendekê zilamekî hat dîtin.
Li taxa Meydanê ya navçeyê nîştecihan ferq kir ku kesek li nêzîkî keviya çem li ber avê diherike.
Piştî agahdarkirina ji rewşê, tîmên polîs û tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin hinartin.
Hat diyarkirin ku cendek ku ji aliyê tîman ve ji avê hatiye derxistin û aîdî mêrekî ye.
Cendekê kesê ku nasname li ser wî tune bû, birin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




