Di 3 rojan de 419 hezar kes seredana Festîwala Helepçe ya Payîzê û Hinaran kir
PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Helepçe her sal li bajarê Helepçe festîwala hinaran lidar dixe û îsal di nav 3 rojan de 419 hezar kes tevlî festîwalê bûn.
Bajarê Helepçe bi komkujiya xwe bi hilberîna hinaran navdare. Îsal festîwala 11em ya hinaran hat lidarxistin. Di festîwalê de îsal li dora 1,7 milyar dinarê Iraqê ku dike 1,3 milyon dolar dahat bidest xistin û ev reqem ji bo aboriya Helepçe miqdarekî gelek baş e.
Li gor rêjeyên parêzgehê; dahata ku ji festîwalê hat weha hat dabeşkirin: 700 milyon dînar (535 hezar dolar) behemên çandiniyê, 800 milyon dînar ji berhemên xidayê (610 hezar dolar) û ji 200 milyon dînar (150 hezar dolar) ji berhemên destî hatiye.
Ji aliyê geştiyariyê de bajarê Helepçe gelek bi heretet bû. Di 3 rojan de 81 hezar erebeyên taybet, 204 otobus, 720 mînîbus, 55 otobusên mezin û 4.900 motorsîklet çûne bajêr.
Rayedar ragihandine ku bi heftîkî berya festîwalê temamê motel û otêl tije bûne û xwarinên li temamê xwaringehan qediyane.
Li gor doneyên wezareta çandiniyê ya Herêma Kurdistanê; li herêmê ji 80 hezar tonî zêdetir hinar tên hilberîn ku 30 hezar tonê wê li Helepçeye.
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.