Fewzî Herîrî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Çînê kir
PeyamaKurd – Serokê Ofîsa Hikûmeta Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî pêşwaziya Liu Jun, Konsulê Giştî yê Çînê kir.
Di hevdîtinê de ku Niyaz Salih Berpirsê Pêwendiyên Derve û Dîplomasiya Serokatiyê jî tê de amade bû, qonaxa piştî ragihandina encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û pêvajoya pêkanîna hikûmetê hate gotûbêjkirin. Di vê derbarê de her du aliyan tekezî li ser girîngiya diyaloga bilez di navbera aliyên siyasî de kirin da ku pêvajo bi ser bikeve.
Di beşeke din ya hevdîtinê de behsa têkeliyên berfireh yên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Çînê û çawaniya berfirekirina wan peywendiyan hate kirin. Fewzî Herîrî spasiya alîkarî û hêsankariyên Konsulxaneya Çînê kir ku di warê pêşxistina şiyana mirovî û perwerdekirina karmendan de pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiriye.
Ji aliyê din ve, Jun behsa hevkarî û hemahengiya dezgehên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser berdewamiya peywendiyan û hevkarkirina her du aliyan kir.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.