“Ji bo hinartina petrola Kurdistanê gelek gav hatin avêtin”

“Ji bo hinartina petrola Kurdistanê gelek gav hatin avêtin”

PeyamaKurd – Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) Myles Caggins got, “Em pêngava herî dawî ya Hikûmeta Iraqê ya ji bo ji nû ve hinartina petrola Herêma Kurdistanê pêşwazî dikin.”

Caggins amaje bi wê yekê jî kir ku hikûmeta Iraqê di van demên dawî de pêngavên gelekî baş di warê dubare hinartina petrola Kurdistanê de avêtiye û got, “Girîng e ku (Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa) Sûdanî li ser soza xwe bimîne û bikaribe vê yekê bike.”

Caggins balkişand li ser wê yekê ku derxistina petrolê û veberhênana petrolê li Herêma Kurdistanê li gorî herêmên din ên Iraqê xercên zêdetir dixwaze û got, “Em weke şirketên petrolê tekezî li ser garantîkirina kirîna wê ya paşerojê dikin. Em çaverê dikin ku lêçûnên hinartina petrolê bên dayîn.”

Her wiha diyar kir ku ji ber rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê 22 milyar dolar zirar daye Iraqê û got, “Rêveberiya Amerîkayê zêdetirî 300 milyon dolar di sektora petrolê ya Herêma Kurdistanê de razandine. “Rêvebiriya Biden jî alîgirê destpêkirina hinartina petrolê ye. 

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî îro sêşemî 05.11.2024ê serpereştiya civîna Encûmena Wezîrên Iraqê kir. Di civînê de pêşniyar hat kirin ku nirxê berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê ji 5 dolaran bibe 16 dolar.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.