Li bajarê Kerkûkê 5 endamên DEAŞê hatin kuştin

Li bajarê Kerkûkê 5 endamên DEAŞê hatin kuştin

PeyamaKurd – Tora medyayê ya ewlehiya federal a Iraqê, daxwuyaniyekî da û tê de got ku balafirên şer yên Iraqê roja Înê êrîşên hewayî birine ser ciyekî hewandinê yê DEAŞê û di encamê de 5 DEAŞî hatin kuştin.

Êrîşa hewayî ji aliyê fermandariya tevgera hevpar de hatiye kirin û ciyê ku êrîşê birine ser, li bajarê Kerkûkê li Wadiya Zugatiyonê ye.

Dema hêzên Iraqê roja Şemiyê gihan ciyê ku balafir lê xistine, leqayê cenazê 5 DEAŞiyan hatine û 2 kemberên teqemeniyê, bomba destî û muhîmmatên din dîtine.

Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.