Li Dêrsimê li dijî qeyûm meş hate lidarxistin
PeyamaKurd – Welatî û siyasetmedar li ber avahiya DEMê ya Dêrsimê li hev civiyan û ber bi Meydana Seyîd Riza ve dest bi meşeke girseyî kirin ji bo ku tayînkirina qeyûman protesto bikin.
Tayînkirina qeyûman ji bo şaredariya Dêrsimê yên di bin rêveberiya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) û ya navçeya Pilûrê ya di bin rêveberiya Partiya Komarî ya Gel (CHP) de li Dêrsimê tê protestokirin.
Hevseroka Giştî ya DEMê Tulay Hatimogullari, Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Sebahat Tuncel, Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Murat Çepni û gelek kes ji Qada Seyît Riza derbas bûn. Li ber avahiya parêzgeha DEMê dest bi meşê kirin.
Piştî meşê wê li Qada Seyîd Riza bi daxuyaniyekê qeyûm dê bên protestokirin.
Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.