Li Efrînê 9 kes hatin revandin: 'Cendermeyên Tirkiyê fîdye xwest'
PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê eşkere kir ku di nav çend rojên borî de 9 welatiyên li herêma Efrînê ji aliyê çekdarên bi ser Tirkiyê ve hatine revandin û herwiha bi dehan darên zeytûnan jî hatine birîn.
Rêxistinê da zanî, çekdarên bi navê Polîsên Leşkerî, welatiya bi navê Cîhan Bekir Elo (30) û hevserê wê Cewdet Kênco Kênco (35) revandin. Cîhan û Cewdet ji bajarokê Celemê yê bajarê Cindirêsê ne, li benda kontrolê ya gundê Qetmê yê bajarokê Şera hatine revandin.
Hate diyarkirin ku çekdaran Cîhan birine girtîgeha Raiyê û Cewdet Kênco jî şandine girtîgeha Ezazê.
Cendermeyan fîdye xwest
Li gorî rêxistinê, cendermeyên Tirkiyê jî roja Înê 15 Mijdarê welatiyê bi navê Rêber Hesen Reşîd (34) yê ji gundê Kaxirê yê bajarê Mabatayê, Mistefa Ehmed Ehmed (42) û Enwer Mihemed Elî (40) yên ji bajarokê Badîna yê Racoyê û 4 kesên ji Helebê, dema xwestine sînorê Tirkiyeyê derbas bikin, desteser kirin. Hate diyarkirin ku cendermeyan ji bo serbestberdana girtiyan fidye ji malbatên wan xwestiye.
Dîsa heman çavkaniyê day xuyakirin ku koma El Emşat û Hemzat 25 darên zeytûnan û 5 darên serû yên welatiyê bi navê Nîdal Elî Ehmed ê ji gundê Qeretepe yê Şêrayê birîne û birîne zeviyên nêzî çemê Efrînê.
Rêxistinê diyar kir, çekdaran 7 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Xelîl Hiso jî birîne.
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.