Li Ovacıkê, heyeta CHPê bi şaredarê Ovacıkê Mustafa Sarıgül re daxwuyanî da
PeyamaKurd – Piştî wezareta karên navxwe ya Tirkiyê şaredarê navça Ovacık a bi ser bajarê Dêrismê Mustafa Sarıgül ji ser kar girt û di şûna wî de qeyûm tayîn kir, CHP ji navenda xwe hetekî destnîşan kir û heyet çû navça Ovacıkê. Li Ovacıkê li ber şaderadiyê heyeta CHPê bi Mustafa Sarıgül re daxwuyanî da. Li ser mijarê parlementerê CHPê Sezgin Tanrıkulu got:
“Biryara ku do hat aşkerakirin, em qebûl nakin. Em ê astengiyan rakin. Şaredarê me ti sûcekî nekiriye. Em biryara dadgehê jî nasnakin. Em zanin van biryaran çawa û li ku derê didin. Em zanin ne darizandinekî adilaneye û bi ferman hatiye kirin. Ti têkiliya wê bi demokrasiyê tine. Navê wê derba siyasiye.”
Di heyeta CHPê de parlementerê Amedê Sezgin Tanrıkulu, yê Rihayê Mahmut Tanal, ya Ankara Aliye Timisi Ersever, endama vanenda CHPê Saniye Barut û parlementerê berê yê Dêrsimê Polat Şaroğlu hebûn.
Ev nivîs 16 car hatiye xwendin.