Li Silêmaniyê dronan êrîş kir: Kesekî can da û yek jî birîndar bû

Li Silêmaniyê dronan êrîş kir: Kesekî can da û yek jî birîndar bû

PeyamaKurd – Li gundê Şiwgozanê yê navçeya Pencwênê ya Silêmaniyê, di êrîşekê de ya bi droneyan a li dijî wesayîtekê kesekî can da û yek jî birîndar bû. Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Îro, Şemî 19ê Tîrmehê, li gundê Şiwgozan ê li herêma sînor a Pençwên bi wesayîteke hewayî ya bêmirov (UAV) êrîşek pêk hat.

Li gorî agahiyan, ji 2 kesên di wesayîtê de yekî can da û yê din jî birîndar bû. Li gorî agahiyan, kesê candayî ji herêmê bû.

Rayedaran li ser bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.

Qaymeqamê Navçeya Pêncwenê di daxuyaniyekê de diyar kir ku êrîş li gundê Şiwgozanê yê herêma Germikê ya navçeya Pêncwenê ya parêzgeha Silêmaniyê pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku balafirên bêmirov wesayîtek hedef girtine ku du kes tê de bûn û di encamê de kesekî can daye û yek jî birîndar bûye.

Heta niha nayê zanîn bê drone aîdî kîjan welatî ne û nasnameya kesên di wesayîtê e hatine hedefgirtin bi çi rengî ye.

Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.