Mesrûr Barzanî: Em li bendê ne Bexda mûçeyan bişîne û dest ji cezakirina bikom berde

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 20ê Tîrmehê di dema vekirina Projeya Avê ya Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir. Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de, bal kişand ser mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, hinardekirina petrolê, Projeya Awarte ya Avê û elektrîka 24 demjimêran.
Li ser rêkeftina bi Bexdayê re û pirsgirêka meaşan Mesrûr Barzanî got: “Tiştê ku erkê me ye, me ji wê zêdetir bi cih aniye û ji niha û pê ve jî em amade ne her erkên destûrî bi cih bînin lê em ne amade ne dest ji mafên xwe yên destûrî berdin.”
Mesrûr Barzanî behsa rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û da zanîn ku cara dawî dema şandeyeke bi beşdariya Bafil Talebanî û Fuad Husên bi rayedarên Iraqê re civiya, Bexdayê xaleke din li lihevkirina navbera Bexda û Hewlêrê zêde kir.
Barzanî destnîşan kir ku Bexdayê ji wan re gotiye, heta ku 230 hezar bermîl radest nekin ew dê meaşan neşînin û got, “Bexda ji me re dibêje, nabe ti dahatên we hebin lê mafê Herêma Kurdistanê ye ku budceya wê ya taybet ji Bexdayê hebe.”
Li ser cudahiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê yên di warê projeyan de Mesrûr Barzanî diyar kir ku Iraqê “biryara çêkirina 150 nexweşxaneyan daye lê yek ji wan jî Herêma Kurdistanê nagire nav xwe”.
Herwiha Mesrûr Barzanî li ser pirsgirêka kesên ku dibêjin, “Çi bi serê dahata navxwe tê?” ragihand, “Ev proje bersiva me ye ji bo wan.”
Mesrûr Barzanî ragihand, “Karkerên projeyê xwecihî ne” û diyar kir, “Êdî Hewlêr pêwîstî bi ava bin erdê nabîne.”
Serokwezîr Barzanî dema vekirina projeyê behsa projeyeke din jî kir û got: “Bernameya me heye ku em avê ji bo avdana baxçeyan ducare bi kar bînin û em dê di demeke nêzîk de dest pê bikin.”
Barzanî di berdewamiya gotara xwe de behsa karebaya 24 demjimêrî (Projeya Ronahiyê) kir û ragihand, “Pirsgirêka karebayê dê bibe dîrok.”
Barzanî li ser vê yekê amaje pê kir û da zanîn: “Zêdetirî 2 milyon kes niha sûdê ji karebaya 24 demjimêrî werdigirin û ji sedî 80ê wan ji berê kêmtir pere didin. Karebaya 24 demjimêrî ne li ser hesabê cihên din e.”
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.




