Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîkayê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li gel Balyozê Balyozxaneya Amerîkayê yê li Bexdayê Stephen Fagin civiya. Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Bittner jî di hevdîtinê de amade bû.
Rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê xurtkirina têkiliyên dualî û çend mijarên giring hatin nîqaşkirin. Stephen Fagin piştgiriya domdar a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê û avahiyeke federal li Iraqê careke din tekez kir.
Mesrûr Barzanî spasiya Amerîkayê ji bo vê piştgiriyê kir. Her du alî li ser giringiya şandina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federal ve di zûtirîn dem de, destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya Bendera Cîhan a Tirkiyeyê, rawestandina êrîşên bi dronan li ser zeviyên petrolê û binesaziya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê, û avakirina kabîneya 10emîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya hilbijartinên parlamentoya Iraqê li hev kir.
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.




