Newsûd | Mayînek bi kolberekî de teqiya: Lingê wî jê kirin
PeyamaKurd – Kolberê ji bajarê Ciwanroya Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Ehmed Rizayî dema ku di çiyayên sînorê Newsûdê re derbas dibû, ji ber teqîna mayînekê lingê xwe ji dest da.
Li gorî nûçeyeke ku îro (20 mijdara 2024an) gihîştiye ber destên Saziya Mafê Mirov a Hengawê, di encama teqîna mayînekê de ya li sînorên Newsûda parêzgeha Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê, kolberê bi navê Ehmed Rizayî yê ji Ciwanroyê bi giranî birîndar bûye.
Hat ragihandin ku piştî emeliyata bijîşkî bi ser neketiye, lingê Ehmed Rezayî jê kirine û ew şandine malê.
Hengaw dide zanîn ku Ehmed Razayî zewicî û bavê 3 zarokan bû.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.