Omêd Xoşnaw: Îro ji bo Hewlêrê rojeke dîrokî ye

Omêd Xoşnaw: Îro ji bo Hewlêrê rojeke dîrokî ye

PeyamaKurd- Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di merasîma vekirina projeya hawarhatinê ya bilez a Hewlêrê de axivî û got, "Îro ji bo Hewlêrê yek ji rojên herî dîrokî ye.”

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro 20ê Tîrmehê di merasîma vekirina projeya hawarhatinê ya bilez a Hewlêrê de axaftinek kir.

Xoşnaw got, "Pirsa arêşeya avê xwedî dîrokeke dirêj e. Sal li parêzgeha Hewlêrê du werz bû, werzek ji wan şeş meh rûbirûbûn û amadekariyên ji bo guherîna keşûhewayê û rûdanên lehiyan ku mixabin di zivistana 2021ê de hin kes bûn qurbanî, û şeş mehên din jî rûbirûbûn û amadekariyên ji bo krîza avê bûn ku bi rêyên bizxehmet dihat dabînkirin."

Parêzgarê Hewlêrê da zanîn, “Amarên 2021 heta 2025ê, li taxên cuda cuda bîrên pêguherk bi xerciya zêdetirî 100 milyar dînaran hatine kolan, di heman demê de 130 milyar dînar ji bo çêkirina rêyên xwezayî yên avrêjên Hewlêrê hatine xerckirin.”

Xoşnaw ronî kir, “Tevî vê jî, çar bendavên mezin li Hewlêrê hatine çêkirin ku bandor li ser ava binerd kiriye û metirsiyên lehiyan kêm kirine, ew jî Çemerge, Gomespan, Bestore û Aquban bûn, zêdebarî wan pondên hatine çêkirin û çendên din jî di bin çêkirinê de ne.”

Xoşnaw tekez kir, "Serokwezîr Mesrûr Barzanî her tim bi pirsgirêkên welatiyan re bûye, her tim ji me re gotiye ku em pirsgirêkan çareser bikin, piştgiriya darayî ya tevahî daye me û budçeya pêdivî ji bo projeyan jî pejirandiye.”

Parêzgarê Hewlêrê eşkere kir, “Mesrûr Barzanî tevî wê yekê jî her tim tekez kiriye ku, divê pirsgirêka kêmaviyê li Hewlêrê ji kokê ve bê çareserkirin. Dema ku hizira projeya hawarhatinê ya ava Hewlêrê jî derket holê, wî bi tevahî piştgirî da ku Hêmin Group niha bi cih aniye."

Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro (Yekşem, 20ê Tîrmeha 2025ê) merasîma vekirina qonaxa yekê ya projeya hawarhatinê ya gihandina avê ya bilez bo bajarê Hewlêrê dest pê kir. Ev proje dê heta 30 salên din bajarê Hewlêrê ji kêmaviyê biparêze.

Ev nivîs 123 car hatiye xwendin.