Rêber Ehmed: Divê em pêwendiyên xwe bi civaka navdewletî û hevpeymaniya navdewletî re ji nû ve ava bikin

Rêber Ehmed: Divê em pêwendiyên xwe bi civaka navdewletî û hevpeymaniya navdewletî re ji nû ve ava bikin

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed got, “Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê di warê ewlehiyê de di asteke baş de ne, têgihîştineke baş di navbera her du aliyan de heye.”

Wezîr Rêber Ehmed di panela ku di çarçoveya Forûma Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn (MEPS2024) hat lidarxistin ku îsal cara pêncemîn li Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê hat lidarxistin de axivî.

Wezîrê Navxwe, Ehmed amaje bi peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê jî kir û got, “Ewlekarî mijareke ji hev nayê cudakirin. Em bi heman çavî li ewlehiya cîranên xwe dinêrin. Ev siyaseteke zelal a Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye. Têkiliyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de di warê ewlehiyê de baş in.”

Rêber Ehmed da zanîn ku hikûmeta Iraqê ji bo bicihanîna erkên xwe yên li hember penaberan ne cidî ye û got, “Êzidî û mesîhî nikarin vegerin herêmên xwe. Divê ev pirsgirêk bi rêkeftinekê bên çareserkirin.”

Wezîr Ehmed bi bîr xist ku bi biryara biaqilane ya Serok Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî metirsiya DAIŞê ji ser Herêma Kurdistanê hat rakirin û got, “Me dît ku DAIŞê di sala 2014an de herêmên xwe berfireh kir û Selahedîn, Fellûce û Enbar dagîr kir û gihîşt derdora Bexdayê. DAIŞ, dixwest were herêmê Kurdistanê jî, lê bi saya Pêşmerge û serkirdayetiya Serok Barzanî, karakterê sereke yê wê serdemê, DAIŞ hat astengkirin.”

Ehmed diyar kir ku 2 lîwayên hevbeş ên ji hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê pêk tên hatin avakirin û got, “Me xebatên baş kirin, li herêmên ku valahiya ewlehiyê lê hebû, me operasyonên hevpar pêk anîn. Di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de ferqeke mezin a ewlehiyê heye. Ev yek ji bo Herêma Kurdistanê, Bexda û civaka navdewletî pirsgirêkek e. Ji ber vê yekê divê em têkiliyên xwe bi civaka navdewletî û hevpeymaniya navdewletî re ji nû ve ava bikin, lê li Sûriyê û hin welatên din jî ew metirsî heye.”

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.