Rûsiyayê 26 zarokên DAIŞî ji Rojavayê Kurdistanê vegerandine Rûsyayê

Rûsiyayê 26 zarokên DAIŞî ji Rojavayê Kurdistanê vegerandine Rûsyayê

PeyamaKurd – Rûsyayê roja do ragihandiye ku 26 zarokên rûsî yên malbatên çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji Rojavayê Kurdistanê vegerandine bo Rûsyayê.

Komîsera Mafên Zarokan a Serokê Federasyona Rûsyayê Maria Lvova-Belova li ser Telegramê got ku komek zarokên rûsî ji kampeke li bakurê Sûriyeyê hatin vegerandin.

Wê destnîşan kiriye ku ew kom ji 14 kur û 12 keç, ji pênc heta 12 salî pêk tê.

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.