Serokê Komîta Îstîqlala Kurdistanê Xalid Begê Cibrî bi belgefîlmekî hat bibîranîn

Serokê Komîta Îstîqlala Kurdistanê Xalid Begê Cibrî bi belgefîlmekî hat bibîranîn

PeyamaKurd – Derhêner û amadekarê fîlm Keremo (Kerem Tekoğlu) demek dirêje li ser amadekirina fîlmê dokumanter yê li ser damezrêner û serokê Komîta Îstîqlala Kurdistanê Xalid Begê Cibrî bi malbata Xalid Beg ve dixebitî da li serê fîlmekî dokumanterî (belgeyî) amade bike.

Di encamê de fîlm temam bû û cara ewilî îro (01.11.2025) fîlm li bajarê Amedê (Diyarbekirê) li Baroya Parêzeran li Hola Konferansê ya Tahir Elçi bi tevlîbûna 270-300 kesan hat nîşandan.

Pêşkêşvaniya civînê Parêzer Eyup Aydeniz kir. Berya gala fîlm destpêbike, ji malbata Xalid Begê Cibrî biraziyê wî Dr. Mihemed Emin Sever, ji malbatê Mamoste Tahsin Sever û derhêner Keremo (Kerem Tekoğlu) axaftinên gelek kurt kirin.

Derhêner Keremo ragihand ku cara ewilî gala fîlm li Amedê têkirin û paşî wê li bajarên Mêrdîn, Wan û Îstenbolê fîlm nîşan bidin lê roja wan nîşandanan nediyare. Paşî wê li Ewrûpayê dest bi nîşandana fîlm bikin û wê fîlm bişînin festîwalên Kurdî jî.

Navê fîlm bi xwe ‘KIRASÊ JI AGIR/XALID BEGÊ CIBRÎ’ye. Fîlm bi axaftinên gelek dîrokzanan, kesên ji malabatê, dostên malbatê û pisporan hatiye amadekirin.

Xalid Beg serok û avakerê Komîta Îstîqlala Kurdistanê ye. Temamê rêxistinên Kurda kiriye yek. Li seranserê Kurdistanê leqên xwe ava kirine û xebat kirine. Piştî şerê cîhanê yê yekem, li bajarê Erzeromêye.

Di sala 1924an de li Erzeromê tê desteserkirin û ew dibin bajarê Bedlîsê bi parlementer Yûsûf Ziya re di darizînin.

Di roja ku Şêx Seîdê kal li ser pira Abdurrahman Paşa digrin, ew roj jî li bajarê Bedlîsê Xalid Beg bi hevalên wî re îdam dikin. Şêx Seîd hem kurxatiyê Xalid Bege û hem zavayê wî ye.

Ev nivîs 139 car hatiye xwendin.