Serokwezîrê berê yê Iraqê: “Rojhilata Navîn bi guhertineke radîkal re rû bi rû ye”

Serokwezîrê berê yê Iraqê: “Rojhilata Navîn bi guhertineke radîkal re rû bi rû ye”

PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Iraqê Haydar Abbadî diyar kir ku Rojhilata Navîn di qonaxeke gelekî zehmet re derbas dibe, lewra organîzekirina MEPS24ê girîng e.

Forûma Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn (MEPS2024) ku îsal bo cara pêncem ji aliyê zanîngeha Amerîkî ya Dihok-Kurdistanê ve tê lidarxistin, roja înê 22.11.2024 dest pê kir û îro (şemî 23yê mijdarê) di roja xwe ya duyem de berdewam e.

Serokwezîrê berê yê Iraqê Abbadî di axaftina xwe de behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa herêmê, şerê navbera Îsraîl û Heşda Şeibî û gelek mijarên din kir.

Abbadî bal kişand ser girîngiya birêxistinkirina MEPS24ê û got, “Di serdemeke hesas de ku Rojhilata Navîn di pêvajoyeke gelekî zehmet re derbas dibe, rêxistinkirina wê girîng e. Girîng e ku piraniya beşdarên MEPSê akademîsyenên pispor û bi awayekî azad bin û li ser hemû mijaran nêrînên xwe tînin ziman.”

Derbarê rewşa Rojhilata Navîn de jî Serokwezîrê berê yê Iraqê got, “Rojhilata Navîn ber bi guhertineke radîkal ve diçe, şerekî mezin li herêmê derketiye.”

“Divê em bi aqilane xwe adabte bikin”

Derbarê hilbijartina Donald Trump wek Serokê nû yê Amerîkayê de jî Abbadî got, “Rêveberiya nû ya Amerîkayê dê bandorê li herêmê û Iraqê jî bike.”

Serokwezîrê berê yê Iraqê bal kişand ser wê yekê ku divê bi aqilane nêzîkatiyê li guhertinên li herêmê bê kirin û wiha got: “Niha demeke dîrokî ye, lê tijî nîgeranî, çalakî û bertekan e. Parastina serdestiyeke cahilî û bilez dê ji bo me xeletiyek mezin be. Divê em bi aqilane xwe li guhertin û senaryoyên heyî biguncînin.”

Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.