Tirkiyeyê derbarê serjimêriya Kerkûkê de daxuyanî da

Tirkiyeyê derbarê serjimêriya Kerkûkê de daxuyanî da

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê, Oncu Keçelî, derbarê vegera kurdan ji bo serjimartinê bo Kerkûkê got: “Tevî ku di serjimêriya navborî de daneyên li ser eslê etnîkî nehatine berhevkirin, lê liv û tevgera zêde ya nifûsê a kurdan bi awayekî mafdar bûye sedem ku tirkmen û ereb xemgîn bibin.”

Berdevk Öncü Keçeli pirsên di platforma medyaya civakî ya X de yên derbarê vegera kurdan a ji bo serjimêrê Kerkûkê de hatin kirin, bersivand.

Keçelî diyar kir ku ew geşedanên ku di raya giştî de tên dîtin ji nêz ve dişopînin û wiha got:

“Tevî ku di serjimêriya navborî de daneyên li ser etnîsîteyê nehatine berhevkirin jî, liv û tevgera nifûsê bi awayekî mafdar bûye sedema nîgeraniya tirkmen û erebên Iraqê. Eşkere ye ku ev nelirêtî dê bibe sedem ku girseyên ku ne ji Kerkûkê ne, bi rastî jî di nav xelkê Kerkûkê de cih bigirin û ev yek dê bandorê li hilbijartinên pêşerojê jî bike.

Em li bendê ne ku rayedarên Iraqê ji ber van geşedanên dawîn ên di çarçoveya serjimêrê de rê nedin hevwelatiyên me yên tirkmen ên ku di van sed salên dawî de rastî komkujî û zextên bêhejmar hatine, careke din bên mexdûrkirin. Hêvî û hesasiyeta me ya bingehîn li Kerkûkê ew e ku pêkhateya demografî ya ku di dirêjahiya dîrokê de li parêzgehê pêk hatiye, neyê destwerdan û xelkê Kerkûkê bijîn li gorî ku pêkhateyên sereke yên parêzgehê li ser li hev kirine.”

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.