Tom Barrack û Mazlûm Abdî hevdîtinekî surprîzî kirin

Tom Barrack û Mazlûm Abdî hevdîtinekî surprîzî kirin

PeyamaKurd – Fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Abdî ji nîşka de bi nûnerê taybet yê DYAyê yê Sûriyê û hem balyozê Ankara bi Thomas J. Barrack re hevdîtinekî pêk anî. Wezareta DYAyê ya Şamê di ser malpera xwe ya fermî de ragihand:

“Nûnerê taybet yê DYAyê yê Sûriyê û balyozê Ankara Thomas J. Barrack îro bi fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê bi Mazlûm Abdî re hevdîtinekî kir.

Di hevdîtinê de li ser rewşa heyî ya Sûriyê û ji bo aramî û îstîqrara Sûriyê pêngavên ku bên avêtin çi ne, li ser wan axifîn. Teref ji bo dahatûya temamê Sûriyê, ji bo aştî, refah, berfireh û bi îstîqrar û yekgirtî ji bo entegrasyonê pêngavên ku karibin bavêjin li ser wan axifîn.

Di hevdîtinê de ji bo Sûriyê li ser xala ku ‘wextê yekîtiyê hatiye’ li hev kirin. Balyoz Thomas J. Barrack hem ji bo lîdertiya Mazlûm Abdî ya HSDê û ji bo li hemberê DEAŞê bi DYA re hevkariya ku dikin sipasiya Mazlûm Abdî kir.”

Ev nivîs 125 car hatiye xwendin.