Li Maldîvlerê cixarê qedexe kirin
PeyamaKurd – Li welatê Maldîvlerê wezareta tenduristiyê kesên piştî 01.01.2007an hatine dinyayê ji bo wan kirîna berhemên titûnê, kişandina wan û firotina bo wan qedexe kir. Biryara ku wezaretê daye di dinyayê de tekane biyare û li welatên din nehatiye bicîhanîn. Li seranserê welat her weha cixara elektronîk, îtxalata cîhazên bûharê, firotina wan, belavkirina wan, gerandina wan bi xwe re û bikaranîna wan ji bo herkesî hat qedexekirin.
Maldivler welatekî Okyanûsa Hindê ye, ya giraviye û xeberê bi temamê dinyayê re parvekiriye. Biryarname ji aliyê serokkomar Muhammed Muizzu de di serê salê de hatibû îmzakirin û ji serê vê mehê de an ku îro qedexa wê destpêdike.
Kesên van berheman bifroşin kesên ku nebalixin wê 3,200 dolra ceza bidin. Yên cixarên elektronîk bikşînin wê 320 dolar ceza bidin.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.