UNICEF: Li Sûdanê 640 hezar zarok di binê talûkê de ne

PeyamaKurd – Rêxistina zarokan ya Neteweyên Yekgirtî ya bi navê UNICEFê li ser Sûdanê eyaleta Darfûrê daxwuyaniyekî da û tê de got ku 640 zarokên di bin 5 salî de, di bin talûka şiddetê, nexweşîn û birçîbûnê de ne.
Li herêmê nexweşxanan bombe dikin û nexweşîna kolerayê bilez belav dibe. Nûnerê UNICEFê got:
“Ji bo em xwe bigihînin van zarokan, divê bikevin nav tevgerê û nabe zêdetir rawestin.”
Ji meha Nîsanê û heya niha şerê navbera wan, krîza mirovî kûr dike û nûner balê kişandin ser belavbûna kolerayê. UNICEF di daxwuyaniya xwe ya nivîskî de got:
“Şerê li bakûrê Darfûrê îsal ji meha Nîsdanê û heya niha xwurt dibe. Ji bilî kolerayê zarokên di bin 5 salî de jimara wan ji 640 hezarî zêdetir zarok ji ber şiddetê, nexweşînê û birçîbûnê di bin talûkê de ne.
Ji 21 ê Hezîranê heya niha li Darfûr a Bakûr li bajarê Tavilayê 1180 kes bi kolerayê ketine ku 300 ji wan zarokin. Herî kêm 20 kes mirin. Ji destpêka şerê Nîsanê heya niha 500 hezar kes zêde ji ser axa xwe rabûne û çûne bajarê Tavilayê bicîh bûne. Ev jî jimara nexweşên kolerayê zêdetir kiriye.”
Nexweşxanên li herêmê bombe dikin û gelek beşên xwe girtine. Ava kêm, paqijiya kêm, qelebalix û nebûna kanalizasyonê nexweşîna kolerayê û yên din zêdetir dike.
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.




