Stembol | Amedspor û Istanbulspor dê bên pêsberî hev

Dîroka Weşanê :
Stembol | Amedspor û Istanbulspor dê bên pêsberî hev

PeyamaKurd – Tîma Diyarbekirê, Amedspor û Istanbulspor di Lîga Yekem a Tirkiyeyê de îro li bajarê Stembolê dê bên pêşberî hev.

Amedspor û Istanbulspor di maça hefteya 21ê ya Lîga Yekem de saet 16:00an li navçeya Esenyûrtê ya Stembolê li Stadyûma Necmî Kadiogluyê dê bên pêşberî hev.

Amedspor di Lîga 1emîn a TFFyê de bi 30 pûanî di rêza 10an de ye û Istanbulspor jî bi heman pûanî di rêza 7an de ye.

Tîma Amedsporê hefteya borî bi tîma Fatîh Karagumrukê re lîstibû û tenê pûanek standibû