Rêveberê Amedsporê jî tê de 7 kes hatin binçavkirin: Serokê Amedsporê bertek nîşan da!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 23yê Gulanê di encama operasyonên hêzên ewlekariya Tirkiyê yên bi ser malan de, rêveberekî tîma futbolê Amedsporê û 6 kesên din ligel wî hatin binçavkirin.
Li gorî zanyariyan polîsan danê sibehê bi ser mala rêveberê Amedsporê Omer Elaldi û hejmarek malên din de girtiye û 7 kes hatine binçavkirin.
Hat ragihandin ku hîn sedema binçavkirina rêveberê Amedsporê nediyar e.
Serokê klûba Amedsporê Selahattîn Yildirim bertek nîşanî binçavkirinan da û li ser medya civakî got: “Wekîlê serokê me Omer Elaldi hate binçavkirin. Em vê operasyona ku di rêya şampiyoniyê de piştî du rojan maçên play offê dest pê dikin, qebûl nakin.”
Ev nivîs 210707 car hatiye xwendin.