ANALÎZ | "Bexda ji bo çi li dijî firotin û hilberîna petrola Herêma Kurdistanê ye?"

ANALÎZ | "Bexda ji bo çi li dijî firotin û hilberîna petrola Herêma Kurdistanê ye?"

PeyamaKurd – Pisporê fînansê Simon Watkins, di gotara xwe ya di Oilprice de hatiye belavkirin de dibêje, Bexda ji hêla siyasî ve li dijî dewleta nîvxweser a Kurdistanê ye û Çîn û Rûsya jî ji ber hebûna sektoreke mezin a petrol û gazê li dijî dewleteke serbixwe ya Kurdistanê ne ku naxwazin bikeve bin kontrola Amerîkayê.

Simon Watkins, di gotara xwe ya Oilprice a bi sernavê, “Ev ji bo serxwebûna Kurdistana Iraqê zingilê mirinê ye” hatiye belavkirin de balê dikşîne ser ku Bexda bi eşkere li dijî hinartin û firotina petrola Herêma Kurdistanê ye.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê çend roj berê ragihandibû ku xebatên temîrkirina boriya neftê ya Kerkuk-Ceyhanê didomin û muhtemel e di nav meha Nîsanê de hinardekirina petrola Kurdistanê jî bi ser Tirkiyê re dest pê bike. Ev pêngav piştî salek bi ser rawestandina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê hate avêtin.

Hêjayî gotinê ye, dadgeha tehkîmê ya Parîsê 25ê Adara 2023yan biryar dabû hinardeya petrola bo bendera Ceyhanê bê rawestandin.

***

“Armanca Bexdayê bidawîkirina statuya nîv-xweser a Herêma Kurdistanê ye”

Watkins, dibêje ku ji roja destpêkirina ambargoya şandina petrolê ve mebesta Bexdayê bidawîanîna statuya Herêma Kurdistanê ye û ev jî tê wateya, bi tevahî tunekirina serbixweyiya darayî û rawestandina firotina hemû petrola Herêma Kurdistanê.

Watkins li ser mijara ewlehiya kompaniyên petrolê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin jî dide zanîn, Bexda difikire ku ti fêdeya firotina petrola Kurdistanê li wan nabe û loma jî guh nade peymanên ligel kompaniyên biyanî hatine girêdan.

Herwiha di gotarê de tê gotin, Rûsyayê dawiya salo 2017an (dema serferandûma serxwebûnê) hewl daye bi sê peymanan sektora petrolê ya Herêma Kurdistanê bixe kontrola xwe, lê ne ew peyman ne jî yên bi kompaniyên din re nehatine bicihanîn.

***

Simon Watkins dibêje, ti wateya hebûn û nebûna wan kompaniyên petrolê ku bi Herêma Kurdistanê re peyman girê dane ji bo Iraqa Federal tune ye û çavkaniyeke Wezareta Petürolê ya Iraqê gotiye, gelek kompaniyên din hene ku bikevin şûna wan.

Ji bo Çîn û Rûsyayê tê çi wateyê?

Watkins di nivîsa xwe de diyar dike, “Bexda bawer dike ku ti fêdeya hebûna dewleteke nîv-xweser li bakurê wê tune ye” û referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an bibîr tîne.

Pisporê aboriyê balê dikşîne ser ku di referandûmê ji sedî 92,3yê Kurdan ji dewleta serbixwe re gotine ‘Belê’, lê ev ji bo rejîmiên ran, Tirkiye û Sûriyê ku piraniya serjimariya Kurd li wan deran dimîne wekî gefekê tê dîtin.

Watkins balê dikşîna ser nifûsa Kurdan a li Îran, Sûriye û Tirkiyê dibêje, piştî referandûmê hikûmeta bi fişareke xedarî daye ser Herêma Kurdistanê.

Herwiha Watkins li ser vê mijarê helwesta Çîn û Rûsyayê bi bîr dixe û diyar dike, “Çîna hêza super dewleteke xwedî têkiliyên bi hêz bi Amerîkayê re û xwedî rezerva mezin a petrol û gazê naxwaze. Çîn nifûza xwe ya li ser binesaziya petrol û gazê li Iraqê zêde dike. Peymana çarçoveyê ya 2021ê ku di navbera Çîn û Iraqê de hatiye îmzekirin derfet ji veberhênan û projeyên li Iraqê re vekiriye.”

Pisporê fînasê heman tiştî ji bo Rûsyayê jî dibêje ku ew jî dewleteke ji Iraqê cuda ya di bin banê Amerîkayê de û xwedî petrol û gaza zêde naxwazin.

“Nîşaneyên ku dawî li lîstika Bexdayê ya ser Herêma Kurdistanê tê hene”

Li ser ji nû ve destpêkirina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê ku tê pêşbînîkirin di demeke nêzîk de pêk were, Watkins dibêje, “Ji aliyê Bexdayê ve daxuyaniyên temamkirina çakkirina xeta boriya Kurdistan-Tirkiyê bi eşkereyî nîşan dide ku dawiya lîstikê tê.”

Simon Watkins herî dawî dide zanîn: “Cudabûna Kurdan ji xeta nû ya boriya petrolê û bi asêkirina xeta wan re û bi yasaya petrolê re, wê sektora petrolê wekî destpêkê dihat xwestin pev bê girêdan.