"Trump wê roja Dusemê bi Serokê Sûriyê re bicive"

"Trump wê roja Dusemê bi Serokê Sûriyê re bicive"

PeyamaKurd - Qesra Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump wê roja Duşemê li Washingtonê bi Serokê Sûriyê Ehmed Şara re bicive.

Sekretera Çapemeniyê ya Qesra Spî Karoline Leavitt di civîneke çapemeniyê de got, "Ez dikarim piştrast bikim ku ev civîn wê roja Duşemê li Qesra Spî pêk were. Ev beşek ji hewldanên dîplomatîk ên Serok e ji bo pêkanîna aştiyê li çaraliyê cîhanê."

Leavitt destnîşan kir ku Trump di serdana xwe ya dawî ya Rojhilata Navîn de "gaveke dîrokî" avêt da ku cezayên li ser Sûriyê rake û got ku rêveberiyê di vê mijarê de pêşketinek girîng bi dest xistiye.

Tê payîn ku di civîna di navbera Trump û Şara de rakirina cezayên li ser Sûriyê, têkiliyên dualî û pêşketinên herêmî werin nîqaşkirin.

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.