Di ser êrîşa Qeladizê re 50 sal derbas bûn

Di ser êrîşa Qeladizê re 50 sal derbas bûn

PeyamaKurd – Di 24ê Nîsana 1974an de 4 balafirên şer ên artêşa Iraqê bi dehan bombeyên napalm li navçeya Qeladizê xistin. Di encama bombebaranê de 163 kes ku piraniya wan xwendekarên zanîngeha Silêmaniyê ne, şehîd bûn û 300 kes jî birîndar bûn.

Di bomberdûmanê de zêdeyî 200 mal, avahî, nexweşxane, dibistan, saziyên giştî û bazarên aîdî sivîlan bûn hedef.

8 sal piştî êrîşê, di 24ê Nîsana 1982an de dema ku şêniyên Qeladizê merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiyê li dar dixistin, leşkerên rejîma Beas gule li kesên ku beşdarî bîranînê bibûn, gulebaran kirin. Di şewata ku derket de 2 jinan jiyana xwe ji dest dan, 5 kes birîndar bûn, bi dehan kes jî ketin girtîgehê.

Di berdewamiya Komkujiyên Enfalê de, di sala 1989an de gelê Qeladizê û gundên wê di kampên komkirinê de li derdora Hewlêr û Silêmaniyê hatin bicihkirin. Piştre jî bazar û malên navçeyê hatin hilweşandin û herêm weke qada qedexe hat îlankirin. Heta Serhildana 1991ê (Raperîn) destûr nehat dayîn ku sivîl vegerin herêmê. Piştî Raperînê herêm ji nû ve hat avakirin.

Qeladizê ku ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ye, di sala 1948an de bûye navçe. Qeladizê ku navçeyên Sengeser, Jarawe, Helşo, Hêro, Îsêwe girêdayî wê ne, 135 kîlometre dûrî navenda bajarê Silêmaniyê ye.