Kurdistan | Rêjeya besdarbûna dengdana taybet gihîst ji sedî 75an
PeyamaKurd- Berpirsê Desteya Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê di Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê de Neberd Omer ragihand, rêjeya beşdariya Hêzên Pêşmerge û endamên din ên hêzên ewlehiyê di dengdana taybet de li Herêma Kurdistanê gihîştiye %75.
Neberd Omer diyar kir, rêjeya fermî ya beşdariyê dê piştî saet 12:00ê nîvro were ragihandin, piştî ku amûrên elektronîk yekemîn rapora xwe ji navenda sereke ya li Bexdayê re bişînin.
Berpirsê Desteya Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê got: "Ji saet 07:00ê sibê ve 958 wêstgehên dengdanê li Herêma Kurdistanê hatine vekirin û prose bi awayekî gelek baş birêve diçe." Herwiha destnîşan kir, di destpêka sibê de li nêzîkî çar wêstgehan hin pirsgirêkên teknîkî derketin, lê bi lez hatin çareserkirin û niha prose bê ti astengî berdewam e.
Omer got: "Li gorî serdanên min ên ji bo navendan, min dît ku hêzên ewlehiyê bi coş û kelecaneke mezin beşdarî prosesê dibin."
Neberd Omer tekez kir, ji bo çavdêriya proseyê, 1,100 çavdêrên navdewletî li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin û destûr ji wan re hatiye dayîn ku serdana navendên dengdanê bikin û ji nêz ve çavdêriya prosesê bikin.
Derbarê amûrên dengdanê de jî got: "Amûr saet 07:00ê sibê bi awayekî otomatîk dest bi kar dikin û saet 18:00ê êvarê jî bi xwe disekinin û piştî wê encaman dişînin."
Di dawiyê de, Neberd Omer spasiya hêzên ewlehiyê kir, ji bo parastina ewlehiya navendên dengdanê û daxwaz kir ku bi awayekî tundtir rê li ber birina mobîlan bo nav jûra dengdanê were girtin, da ku nepeniya dengdanê bi temamî were parastin.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.