Li Xarpêtê ereba bazirganî wergeriya nav zeviyê: 3 birîndar
PeyamaKurd – Ereba bazirganiyê li ser rêya Xarpêtê (Elazığ) û Çewlikê (Bingol) ji desthilata ajotvan derket û firiya nava zeviyê. Di rûdanê de 3 kes birîndar bûn.
Dema qeza çêbû, ajotvanên din xeberê dan tîmên pêwendîdar û cendirme û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.
Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanê.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.