PeyamaKurd- Bihayê petrolê di du mehên pêşî yên sala 2026an de ji ber rîskên li Rojhilata Navîn bi rêjeya %20 biha bû û derket 73,20 dolarî.
Piştî destpêkirina şerê germ ê vê hefteyê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de, rewşa veguhestina petrolê bo cîhanê jî kete asteke nû. Îranê ragihand ku wan Tengava Hurmuzê girtiye; ku %20ê sewkiyata petrola cîhanê di wê derê re derbas dibe.
Ev biryar bûye sedema fikarên mezin ku bihayê petrolê hîn bêtir bilind bibe û krîzeke enerjiyê ya gerdûnî derkeve holê.
Pispor destnîşan dikin ku girtina Tengava Hurmuzê dikare bibe sedema krîzeke domdar a bihayê sotemeniyê û ev yek jî dê rasterast bandorê li enflasyon û polîtîkayên aboriyê yên welatên herêmê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin