TR KU SO
FB X
Aborî

Bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê 32 milyar dolaran derbas kir

Admin H
Nivîskar
📅 31 tîrmeh 2026 17:19

PeyamaKurd - Dergehê sînorî yê Xabûr-Îbrahîm Xelîl ku korîdora herî girîng a bazirganiyê ye di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de, di nîveka pêşî ya sala 2026an de rekoreke dîrokî tomar kir.

Hate ragihandin ku qebareya bazirganiya veguhestina transît ji 32 milyar dolarî derbas bûye û hinardekirina Tirkiyeyê ya bo herêmê gihîştiye nêzîkî 5 milyar dolaran.

Di nav 6 mehan de zêdetirî 730 hezar wesayît û zêdetirî 1.5 milyon rêwiyan di dergehê re derbas bûne û herwiha di operasyonên gumrukê de xebatên dijî qaçaxçtiyê jî hatine xurtkirin.

Parve bike: