Bihayê neftê li Cîhanê ji 120 dolarî daket bin 90 dolarî
PeyamaKurd - Daxuyaniyên derbarê zêdebûna berhemên neftê de bûn sedem ku buhayê neftê roja Duşemê dadikeve, tevî ku alozî û êrîşên li Rojhilata Navîn berdewam dikin.
Bihayê bermîla nefta Brent bi rêjeya %0.5 daket 95.32 dolaran û nefta Amerîkî WTI jî bi rêjeya %0.2 daket 88.29 dolaran.
Ajansa Navdewletî ya Enerjiyê (IEA) diyar kir ku di çaryeka çarhem a salê de berhemên neftê dê ji daxwazê zêdetir bibin (rojane 105 mîlyon bernîl berhem li beramberî daxwaza ku 1.7 mîlyon bernîl kêmtir e).
Her wiha banka Goldman Sachs jî diyar kir ku ji ber adaptasyona bazarê ya li hemberî rîskan, tê pêşbînîkirin ku buhayê nefta Brent di sala 2027an de dakeve 78 dolaran.
Tevî van pêşbîniyan, alozî û rawestana deryayî ya di navbera DYA û Îranê de – ku ji 28ê Sibatê ve berdewam e – nîgeraniya li ser astengbûna veguhastina sotemeniyê zindî dihêle.
Lê belê civîna çaverêkirî ya di navbera Serokê DYAê Donald Trump, Serokê Çînê Xi Jinping û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de di civîna bilind a APECê de dibe ku biryarên leşkerî yên nû paş bixe.