Cîhan
Rêvebiriya DYAyê plan dike ku bi bihayê 2,8 milyar dolarî çek bifroşe Îsraîlê
PeyamaKurd – Rêvebiriya DYAyê plan dike ku bi bihayê 2,8 milyar dolarî çek bifroşe Îsraîlê. Di nav çekan de bombeyên giraniya wan tonekîne hene. Di paketa sîlihan de 40 hezar bomba û 20 hezar serikên ku dikarin ciyên hewandinê qul bikin hene û paketê şandine ji bo serokên komîteyên Kongreya Amerîkî lê bi awayekî nefermî.
Rayedarê Amerîkî ku nexwestiye navê wî aşkera bibe ragihandiye ku bihayê paketa çekan 2,8 milyar dolare. Di paketê de 20 hezar heb MK-84 û 20 hezar BLU-117 bombe hene. 20 hezar tîpa I-2000 Penetrator di nav paketê de hene ku serikê wan dikarin avahiyan an sitargehên binê erdê qul dikin.
Bombeyên MK-84 wexta diteqin, perçên wan bi sed metyeran belav dibin. Dikarin metal, betona qalin qul bikin û di axê de çalên mezin vekin.