TR KU SO
FB X
Aborî

WSJ: Îran plan dike bi trênê petrolê bişîne Çînê

Admin H
Nivîskar
📅 01 gulan 2026 19:40

PeyamaKurd - Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) di raporeke taybet de diyar kir ku rejîma Îranê ji bo şikandina dorpêçên Amerîkayê berê xwe daye rêyên alternatîf.

Tehran niha hewl dide hêlên şemendefêrê çalak bike da ku beşek ji nefta xwe bi rêya bejayî ango bi têranan bişîne Çînê. Herwiha tê plan kirin ku hewcehiyên xwarinê jî ji herêmên Qafqas û Pakistanê werin dabînkirin.

Li gorî nirxandinên saziyên ewlehiyê yên Îranê, eger heye ku nêzîkî 40% ji bazirganiya welat ji benderên dorpêçkirî ber bi van rêyên nû ve were veguhastin.

Di berdewamiya nûçeyê de hat destnîşankirin ku baskên tundrew ên di nav rejîmê de dorpêçên deryayî wekî "çalakiyeke leşkerî" pênase dikin.

Ev alî daxwaza destpêkirina şerê pêşwext dikin da ku bi vî awayî nirxa neftê li bazarên cîhanê bilind bikin. Armanca vê stratejiyê ew e ku zextên li ser Donald Trump zêde bikin û wî neçar bikin ku di polîtîkayên xwe yên dorpêçê de gavên paşde bavêje.

Parve bike: