Îstîxbarata DYAyê: Îran plan dike ku sûîqestan li dîplomatên DYAyê bike
PeyamaKurd – Îstîxbarata Amerîkayê ragihand ku Îran li seranserê dinyayê û di serî de li Rojhilata Navîn planên sûîqestên dîplomatan û rayedarên Amerîkayê dike. Li ser zêdebûna tehdîdan, Washington, asta hawara nûnertiyên li herêmê bilind kir û biryarê da ku jimara dîplomatên xwe kêm bike.
Rayedarên DYA yê ji bo rojnama The New York Times (NYT) axifîne û gotine ku asta tehdîda Îranê gihaye astekî talûke. Gotine ku şiyanên asta tehdîdên Tehranê li ser axa DYAyê kême lê êrîşên ku bibin, dibe li Ewrûpayê bibin. Li ser mijarê bi awayekî bi rêk û pêk daîma agahiyan didin serokê DYAyê Donald Trump.
Li gor agahiya ku malpera ajansa Axiosê daye; rêvebirê îstîxbarata netewî yê Amerîkayê Jay Clayton, di 23 yê Cotmehê de raporekî daye wezîrê karên derve Marco Rubio. Di rapora bi dizî de gotiye ku asta planên sûîsqestan gihaye astekî pêşdetir.
Clayton, gotiye ku kesên dibe di hedefê de bin, divê bên agahdarkirin û ji bo wê jî îstîxbarata di derbsarê wan kesan de divê asta xefiya wê kêm bikin an ku wan hiyar bikin.
Raporên îstîxbaratan tekez di tehliya hinek dîplomatên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn de wekî fermane.
Rayedar li ser îhtîmala êrîşên Hûsiyên Yemenê ku êrîn xwe fireh bikin radiwestin, bi sedema îhtîmala operasyonên nûh yên leşkerî, gotine dibe ku şer bêhtir fireh bibe.