Aborî
Li Cîhanê krîza petrolê: Îmarat 1 Gulanê ji OPECê derdikeve
PeyamaKurd - Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) bi fermî ragihand ku ew ê ji 1ê Gulanê (2026) vir ve ji Rêxistina Welatên Hinardekarên Petrolê (OPEC) vedikişe.
Ev biryara nişka ve ya Ebûdabîyê piştî dubendiyên demdirêj ên li ser kotayên hilberînê û stratejiyên veberhênanê hate dayîn.
Îmarat ku yek ji hilberînerên herî mezin ên rêxistinê bû, diyar kir ku ew dixwazin di polîtîkayên xwe yên enerjiyê de serbixwe bin û kapasîteya xwe ya hilberînê li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî zêde bikin.
Hêjayî gotinê ye, vê biryarê bilez bandora xwe li ser borsayên cîhanê kir û bû sedema nîqaşên li ser paşeroja OPECê û hêza wê ya di diyarkirina bihayên petrolê de.